Jiyanname – Necwan Derwîş

Jiyanname 
bo Behmen Qubadî

Di xewnê de dest û lingên min tên jêkirin
da negihîjin Tûran û welatê Farisê.

Daholên Kurdî lê didin
her daholek henaseya hespekî qamçîkirî ye

Ma ji ber vê ye ku ez çend caran hişyar dibim û xwîn ji stûyê min diherike?


Ma ez im ê ku bawerîyê bi jiyanname
û dosyayan li ser wan hatine nivîsandin tîne?

Vê santûrê rawestînin...
Zinaran deynin
li pêşberî vê êşa ku mîna lehiyan ji qirikan diherike...

Vê santûrê rawestînin da ku azarê nede mêrekî bêçek ê di dojeha tenêtiyê de.
Her dojeh, tenêtiya bêçekekî bi xwe re ye
wexta hêviyek şexsî rave dike, îmaj û dengên kolektîf ên guh nadinê qemçî dike
fena darbirên laşekî jê dikin û wek dar dibînin...

Santûr dibezin
mîna mêrên çekdar ên di xewnên Behmen de.
santûr fîlmên wî li ber çavên wî bidarve dikin
û guh nadin ku Behmen di xewnên xwe de rola yekî kor dilîze
da ku ji kabûsê dûr be
(mîna wesayîtekî li ber û berê kolanek sawdar, diçe).

Li tenişta jiyana xwe radizêm û ji wê dûr hişyar dibim.
[Gelo metikên Behmen ên pîr hene li benda wî bin? Ma pîrka wî heye?]
Berî jiyana xwe radizêm û piştî wê hişyar dibim.

Vê Santûrê rawestînin dema ku fîstanên kabûsan li xwe dipêçe
û dadikevin meydana reqsê
santûr bi tiliyên fahîşeyên pişta şer duxrînin, li defan dixin
û parçeyên mêran dişînin vajîna wan

[Havînan em diçûn ser rezan: Karik di axûran de dihatin serjêkirin
petêx di bîstanan de dihatin jêkirin û bapîran xwe dirêj dikir.
Ma ez bûm ê ku li ser sedîra darîn radiwestiyayî
li serê tenîya tendûrê ya ku nû jê xuyabû?
Ma ez ew şeytanê piçûk ê esmer bûm
ku hevalê wî yê ferişte jê hesûdî dikir?]

Vê Santûrê rawestînin

Amûra muzîkê, dîroka xwe jibîr dike û bi qelebalixê re di golên xwînê de diçelpîne...
Behmen, bi xatirê te
berî ku ez li kêleka jiyana xwe ya dirêjkirî dirêj bibim.
Qet kes nebû ku xewê qut bike û vegere
qet kes nebû ku xewê bighîne hişyariyê, wek ku me carinan dikir.

Behmen, jiyana te dirêjkirî ye
mirov li kolanên Îranê di ber wê re derbas dibin
û tu kes guh nade laşê tazî.

Necwan Derwîş

Necwan Derwîş helbestkar, rexnegir, edîtor û rojnamevanê Filistînî ye, di sala 1978an de li Qudsê ji dayik bûye.

9 dîwanên wî bi zimanê erebî hatine weşandin û berhemên wî ji zêdetî 20 zimanan hatine wergerandin. Weşanxaneya New York Review Books a ku pirtûkên wî yên bi navê Nothing More to Lose (2014) û Exhausted on the Cross (NYRB Poets, 2021) bi îngilîzî weşandine, wî wekî “yek ji şa’irên nayab ê erebî” pênase dike.

Di sala 2000î de, dema dîwana wî ya yekemîn hat weşandin, helbesta wî li cîhana ereb û li derveyî wê wekî îfadeyek û silavek a tekoşîna Filistînê hatiye pêşwazîkirin.

Pirtûka wî ya bi navê Çarmixkirîyên Westyayî (Exhausted on the Cross) a ku herî dawî Xelata Helbestê ya Navneteweyî ya Cilento (Îtalya, 2023) û Xelata Sarah Maguire (Îngilistan, 2022) wergirtiye. Şa’irê Şîlî Raul Zurita, di pêşgotina Çarmixkirîyên Westyayî de, pirtûkê wekî “helbesta Necwan Derwîş, lûtkeya demên wêjeya îroyîn” pênase kir.

Derwîş, li Filistînê û li cîhana erebî gelek projeyên çandî, hunerî û medyayî birêve biriye. Wî gelek xebatên rojnamevaniya çandî kiriye û ji sala 2014an ve heta gulana 2025an edîtorê çandê yê rojnameya Al Araby Al Jadeed bû. Niha li Ewrûpayê dijî.