Civata kurdî bi ‘bîranîna Arjen Arî’ geş bû

AMED – Li Amedê bi munasebeta “Bernameya Bîranîna Arjen Arî” kargeh, merasîma xelatê, panel û konsert hatin lidarxistin.

Merasîma Xelata Pêşbirka Helbesta Arjen Arî ya ku her sal tê li darxistin û helbestkarên kurdî yên modern tê xelatkirin, îsal bi bernameyeke berfireh û geş hat organîzekirin. Di bernameyê de helbestkar Mehmet Çalişçi yê ku hêjayî xelata Arjen Arî hatibû dîtin, xelata xwe wergirt.

Bi koordînasyona Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Weşanên Sor û malbata Arjen Arî, li hêwana Çand Amedê ya navçeya Yenîşehir a Amedê “Bernameya Bîranîna Arjen Arî” hat lidarxistin. Di bernameya îsal de kargeh, panel û merasîma xelatdayinê ya helbesta Arjen Arî pêk hat. Civata helbestkar, hunermend û rewşenbîrên kurd beşdarî bernameyê bûn. Destpêka bernameyê bi danasîna kargeha xêz û resiman ve hate kirin. Piştî danasîna kargehê, mêvanan li sînevîzyona ku heval û hogirê Arjen Arî tê de xeber didan û behsa Arjen Arî û helbestên wî dikirin, temaşe kirin.

Bername bi axaftina xwişka Arjen Arî Necla Akay û helbestkar Emerikê Sidîqayê berdewam kir.

Mihemedo û ramûsan min veşartin li geliyekî dengê çiyayê welatê xwe ye’ 

Helbestkar Emerikê Sidîqayê yê xelatgirê helbesta Arjen Arî ya sala 2018an, rave kir ku her şa’ir dengê miletê xwe ye lê ferqa Arjen Arî ew e ku dengê qêrîn, hêrs, hez û evîna miletê xwe ye û wiha pê de çû: “Helbest kelama dil û aqilê miletê ye. Arjen Arî wekî alim û ilimdarê miletê xwe dengekî gewre bû ji xeybê. Behsa pêşeroja edebiyata kurdî dikir. Ku îro ev cimaet şahidiya vê yekê dike. Arjen Arî, di berhema xwe ya ewil de nîşanê me da ku ê bibe dengê qehremaniya miletê xwe. Îro roj ev xelata ku ser navê Arjen Arî tête dayîn wekî mektebekî ji dûmahîya Cegerxwîn, Fêrik, Şiko, Hêmîn û Hejar e. ‘Mihemedo’ û ‘ramûsan min veşartin li geliyekî’ dengê çiyayê welatê xwe ye. Her sal li edebiyata me şa’ir û şiîrê zêde dike. Kurdî berz û ala dike.”

Di berdewama bernameyê de bi beşdariya helbestkar Rêdûr Dîcle, Dr. Roger Acûn, helbestkar Sidîq Gorîcan panela derbarê helbestên Arjen Arî hat lidarxistin.

Helbestên Arjên Arî motîvasyona kurdan zêde dike

Dr. Roger Acûn got, xwezî Arjen Arî ev roj dîtiba ew ê gelek dilşad bibûya û di berdewama axaftina xwe de behsa poetîka û îmaja Arjen Arî kir û wiha axivî: “Îmajên Arjen Arî folklorîk in. Dibe em çend salên din bi pirtûkên Arjen Arî ferhengokekî derxînin lewra zimanê Arjen Arî cûda û kûr e. Helbestên Arjen Arî dîsa kûr û bi wate ye. Helbestên wî hemû orjinal in em vê orjinaliyê di helbestê wî de dibînin. Gotinên pêşiyan di helbestê Arjen Arî ve modern dibin û derdikevin pêşberî me. Helbestên Arjên Arî motîvasyona lehengiyê û motîvasyona gelê kurd jî zêde dike.”

Bîra neteweyî

Di dawiya panelê de helbestkar Rêdûr Dîcle axivî. Dîcle destnîşan kir ku îro li bakurê Kurdistanê geşedanên pir girîng li ser azadiya gelê kurd û di avakirina civaka demokratîk de diqewimin û wiha got: “Çalakiyek bi vî rengî îsabet û bi qîmet e ku nexasim kirdeya wê Arjên Arî be. Ev nirxên ji nû ve avakirina jiyanê ye. Li gor Arjen Arî bîra neteweyi ji haj çand, dirok û zimanê xwe dest pê dike. Bîra neteweyî ne tenê tevgerek û nasnameyek takekesî ye. Bi nasîna civak û gel e. Gotina wî azadiya min a her kesekî, azadiya herkesî azadiya min e ev gotin her tiştî ji me re diyar dike. Li bîra neteweyî berfireh dinêre û ne tenê di çarçoveyek teng de dinirxîne. Pirçandiye û nerîtên civaka xwe kiriye yek û hewl daye ji nû ve avakirina civaka xwe bike.”

Piştî panelê, merasîma xelatdayînê hat birêvebirin û xelata helbestkarê xelatgir Mehmet Çalişçi ji hêla helbestkar Emerikê Siqîkayê û xelata rûmetê ya Kardeş Turkuler jî ji hêla xwişka Arjen Arî Necla Akay ve hat dayîn.

 Bername bi konserta Agît Işik û Kardeş Turkuler bi dawî bû.