Di serdema nûjen de, yek ji damarên herî bi êş û di heman demê de herî berhemdar ên edebiyata erebî, “Edebiyata Berxwedanê” (Edebu’l-Muqaweme) ye. Ev cureyê edebiyatê, ku wekî diyardeyeke mirovî li her neteweya di bin zilmê de derdikeve holê, di mînaka Filistînê de veguhere belgeya dîrokî ya têkoşîna man û nemanê. Em ê di vê gotarê, vê babeta edebî ya ku ji aliyê Xessan Kenefanî ve hatiye teorîzekirin û bi helbestên Mehmûd Derwîş gerdûnî bûye; di çarçoveya têgehî ya zimanî, edebî û qonaxên dîrokî yên wekî Nekbe û Nekseyê, û bandorên wê yên li ser avakirina hişmendiya şoreşgerî binirxînin.
Çarçoveya Têgehî û Estetîka Redkirinê
Peyva Muqaweme (Berxwedan), di koka xwe ya erebî de ji “q-w-m” (rabûn, rawestan) tê û di wateya ferhengî de rawestana li hemberî hêzekê îfade dike. Di termînolojiyê de tê maneya “bertek û parastina meşrû ya gel li hemberî zilmê.” Lêbelê di çarçoveya edebî de, ev têgeh tevliheviya hibr û xwînê nîşan didin. Edebiyata berxwedanê, ne tenê vegotinekî statîk a êş û azaran e; bereksa vê, xwedî taybetmendiyekê şoreşgerî ye ku li ser nirxên lehengî, fedakarî, berxêdêriyê û epîkê hûr dibe. Ew ne tenê dagirkeriyê, lê paşverûtiya civakê, teslîmiyet û tirsê jî dike hedef. Di vê babetê de nivîskar, edîb û helbestkar “peyv”ê wekî çalakiyekê bikar tîne; redkirina bêdengiyê dike dirûşma xwe. Di metnan de tê destnîşankirin ku edebiyata welatekî kolonîbûyî nikare tenê bi pîvanên klasîzm an romantîzma rojavayî were pîvan. Li gorî teorîsyenên wekî Mariátegui û Ngugi wa Thiong’o, edebiyata di bin sîwana kolonyal de xwedî “karakterekê taybet” e. Ev edebiyat li dijî emperyalîzma çandî derdikeve û armanca wê “têkoşîna neteweyî ya rizgariya çandî” ye. Ngugi vê yekê wekî pevçûna du estetîkan pênase dike: “Estetîka sitemkarî û kedxweriyê” li hemberî “estetîka têkoşîna mirovan a ji bo rizgariya bi temamî”.
Wekî ku helbestvan dibêje:
“Min bawerî anî bi tîpan; an di tunebûnê de mirî ne,
Yan jî ji bo dijminê min bûne sêdara bidarvekirinê…”
Edebiyata berxwedanê cureyek ji edebiyata mirovî ye û mirov di her neteweyekê de rastî wê tê. Ev yek encama wê zilm û zordariya demdirêj û tepsîner e ku hest û soza wan ber bi redkirina vê zilmê, serhildana li hemberî wê û serûbinkirina têgehên serîtewandinê ve ye. Mebesta wê redkirina zilma ku wekî ‘rastiyekî ferzkirî’ ye. Ji ber vê yekê, ev edebiyata mirovî, xwe dispêre dozên azadî û rizgariyê.
Filistîn a ku heta roja me her di bin dagirkeriyê de ye, ji welatên din ên ereb bêtir bûye navnîş û paşxaneya vê edebiyatê, ev edebiyat bûye mijara herî sereke û berbiçav a Filistînê. Naveroka vê edebiyatê li ser nirxên lehengî, fedakarî, berxwedan, antî kolonyalîzm, şoreş, metanet, şehadet, girêdana bi axê û êş û azaran hûr dibe. Herwiha bi hunerên ku di nava rêçika edebiyata berxwedanê de nasnameyekê taybet wergirtine re dikeve nava hev. Ev edebiyat ji bo lehengên van nirxan xwedî wateyên sembolîk ên bilind e û serpêhatî, tecrubeyên şoreşgerî û têkoşînê bi prensîb, helwest û tomarkirina bûyer û qewimînan ve nîşan dide. Li gorî Kenefanî ev xebat, dijberiya “dorpêça çandî” (hîsar el-seqafî) ye.
Di edebiyata erebî de, fikra têgeha “Edebiyata Berxwedanê”, 20 sal piştî “nakbe” (karaset), di salên 1960’î de ji aliyê nivîskar, şoreşger û rojnemevanê Filistînî Xessan Kenefanî ve hatiye teorîzekirin. Romannûsê Lubnanî Elias Khoury, wiha dibêje: “Yek ji wan du kesên ku zimanê berxwedana Filistînê ava kirine Xessan Kenefanî ye; yê din jî Mehmûd Derwîş ê ku wekî helbestkarê nayab ê Filistînê tê naskirin û dora 30 dîwanên wî ji bo zêdetirî bîst zimanan hatine wergerandin. Kenefanî çîroka Filistînê di ziman de ava dikir, Derwîş ev çîrok wekî destaneke lîrîk şênber kiriye.”
Barbara Harlow, li ser hewcedariya edebiyata berxwedanê wiha dibêje: “Bi taybeti di sedsala bîstan de têkoşina rizgariya neteweyî û serxwebûnê ya gelêrî kolonî ya li wan deverên cîhanê ku Ewropaya Roja û Amerîkaya Bakur dixwest kontrola xwe ya civakî-aborî û serweriya çandî bisepîne ser, li gel spektrûmeke berfireh a analîza teorîk û parametreyên siyasî, îdeolojîk û çandî yên vê têkoşînê, çi pexşankî çi helbestkî bedelên mezin a nivîsên edenî jî berhem aniye.”
Çarçoveya Edebî:
Edebiyat, hunera derbirînê ye ku peyv û şêwazên zimanî bikar tîne da ku raman, hest û azmûnan ragihîne. Edebiyat wekî derbirîneke hunerî ya çand, dîrok, dozên civakî û hestên mirovî tê hesibandin. Edebiyat teşe û wêneyên hunerî yên cûrbecûr wekî (helbest, roman, çîrok û şano) werdigire ku redkirin û serhildanê tînin ziman û kiryarên lehengî yên wekî fedakarî, hezkirin û berxwedanê bala û pîroz dikin.
Hinek jî hene ku dibînin nivîsandin bixwe (helbest, roman, çîrok û şano) çalakiyeke berxwedanê ye, ku di nava xwe de helwesteke exlaqî li hember zilm, zordarî û nakokiyên mirovî dihewîne. Ew jî awayekî derbirîna redkirina bêdengiyê ye, redkirina mayîna li perawîzê di dema êş û azaran de ye. Edebiyat, wekî dengê mirovahiyê, divê wan dozên çarenûsî yên mezin bigire dest ku rûbirûyê hebûna mirovî dibin. Lewra edebiyata berxwedanê, edebiyata mirovî ye ku em li cem her neteweyekê dibînin, di encama ketina bin zilmeke dirêj û tepsîner de, ya ku hest û soza wan ber bi redkirina vê zilmê û serhildana li dijî teslîmnebûn û serîtewandinê sînorekî jê re datîne.
Mirov dikare behsa diyardeyekê helbestî ya nû, di helbesta erebî ya nûjen de bike, ew jî helbesta ‘Berxwedanê’ ye; mebesta me pê ew berhemên ji bo berxwedan û serhildanê hatine terxankirin, derxin pêş. Edebiyata berxwedanê ya şoreşgerî; di hizra xwendevan de hişmendiyê diafirîne, rastiya ku wî dorpêç kiriye li pêşiya wî radixe û bi vî awayî wî ber bi guherînê ve dajo. Bi gotineke zelaltir; edebiyata berxwedanê, ew edebiyata ye ku kiryarên şoreşê pîroz dike û pesnê destkeftiyên wê dide; lewra têkiliya di navbera wan de têkiliya bandorkirinê ye.
Têgehên ‘berxwedan’ û ‘şoreş’ê bêyî edebiyatê nabin; ew di hemû qonax û astên pêşveçûna wan de hevrêyê wan e û lehengiyên wan di hişan de nemir dike. Tê zanîn ku edebiyata berxwedêr an şoreşgerî, ji bo rizgarkirina mirovan ji hemû cûreyên serdestiyê derketiye holê; lewra ew hewceyî dengekî xurt in ku nefesê diçikîne û ramanên wan di nav endamên civakê de belav dike.
Çarçoveya Şoreşgerî
Edebiyata şorşegerî şiyana wê ew e ku hizrekî ji bo xwînêr çêbike. Xessan Kenefanî, di xebata xwe ya li ser edebiyata Filistîna dagirkirî de, têkiliya yekpare ya di navbera berxwedana çekdarî û edebiyata berxwedanê de destnîşan dike. Li gorî wî, “ger berxwedan ji lûleya çekê derkeve, çek bi xwe jî ji xwesteka rizgariyê derdikeve û ev daxwaza rizgariyê bi maneya xwe ya herî berfireh ji berhema xwezayî, mentiqî û pêwîst a berxwedanê pê ve ne tiştekî din e: wek redkirinekê û wek hembêzkirineke bihêz li kok û rewşan.” Ji bo Kenefanî, “qîmeta giringiya forma berxwedana çandî ne kêmî ya berxwedana çekdarî ye.”
Armand Mattelart vê tevgerê wek “têkoşîna neteweyî ya rizgariya çandî” bi nav dike. Hugo Blanco jî rola çapemenî û propagandayê di xebatên polîtîk de pênase dike û dibêje: “Heta li hawîrdoreke mîna tevgera gundiyan jî ku bi piranî nexwende ne, mirov dikare bi xebata çapemenî û propagandayê gelek tiştan bi dest bixe.” Çapemenî û propaganda bi xwe dikarin “di destê berxwedanê de bibin navgînek ku pê kontrola li ser xebatên civakî û polîtîk bê bidestxistin.”
Ev edebiyat, “ne tenê bi dagirkeriya Îsraîlê ya li ser axa Filistînê re, lê herwiha bi kodên civakî, siyasî û edebî yên nerîtî re jî di nav pevçûnekê de ye.” Têkoşîn, hem li dijî hêzên hegemonîk ên derekî ye, hem jî li dijî “pevçûn û dînamîkên pergala civakî ya hindurîn” e.
Du Stûnên Berxwedanê: Kenefanî û Derwîş
Di avakirina ziman û ruhê vê edebiyatê de du navên mezin, hem di warê teorîk hem jî di pratîkê de roleke sereke lîstine. Romannûsê Lubnanî Elias Khoury ji bo wan wiha dibêje: “Kenefanî çîroka Filistînê di ziman de ava dikir, Derwîş ev çîrok wekî destaneke lîrîk şênber kiriye.”
Xessan Kenefanî: Ew, Filistînî ji rola “qurban” derxistiye û kiriye “kirde”. Romana wî ya Zilamên di Bin Tavê de (Rical fî eş-Şems), qîrîneke hebûnî ye ku li ser redkirina mirina bêdeng hatiye avakirin. Pirsa li dawiya romanê; “Çima li dîwarên tankê nexistin?”, şîmaqek e li rûyê bêdengiya cîhanê. Kenefanî di berhemên xwe de pêşan dide ku çadir û zindan tenê bi bahoza şoreşê dikarin ji cih rabin.

Mehmûd Derwîş: Wekî helbestvanê nasnameyê, helbesta berxwedanê ji avahiyeke sloganî xilas kiriye û derxistiye asteke gerdûnî. Helbesta wî ya navdar “Tomar bike! Ez ereb im”, ne tenê beyana nasnameyekê ye, serhildana hebûnê ya li hemberî înkarê ye. Derwîş, axê, dara zeytûnê û sirgûnê dişayisîne û wek bîra kolektîf a mirov dide xeberdan û dibêje: “Eger dara zeytûnê bizanibûya kê ew çandiye, / Dê li şûna rûnê zeytûnê, rondik birijiya…”

Kolektîfa Civakî-Derûnî: Parêzvaniya Bîrê
Edebiyata berxwedanê, di heman demê de fonksiyoneke civakî û derûnî ya krîtîk pêk tîne: Parastina Bîrê. Hêza dagirker, bi guhertina navên cihan û çêkirina dîrokeke sexte, hewl dide “qirkirina bîrê” (memoricide) pêk bîne. Edebiyat ise, bi tomarkirina navên kevn ên gundan, çîrokên gelêrî û êşên rojane, li ber vê jêbirinê disekine.
Di vê çarçoveyê de cureyên wekî edebiyata sirgûnê (edebu’l-menfa), edebiyata zindanê (edebu’s-sucûn), edebiyata berxwedanê (edebu’l-muqaweme) û edebiyata vegerê (edebu’l-awde) derketine holê. Ev berhem, berxwedana ferdê ne ku bedena wî dîl hatiye girtin lê zêhniyeta wî azad bûye. Wekî Mehmûd Derwîş di helbesta xwe de diqîre: “Destên min girêdin / Û devê min bi axê tije bikin / Dîsa jî dê helbesta min wekî xwînê di damaran de biherike…”
Encam
Edebiyata Berxwedanê ya erebî û xesmane ya Filistînê, di xêza ku ji Xessan Kenefanî dirêjî Mehmûd Derwîş dibe de, çalakiyekê “nivîsandinê” veguherandiye şêweyeke hebûnê û berxwedanê ye. Vê edebiyatê, li hemberî şûr û topan “peyv” daniye; welatê ku dihat xwestin ji nexşeyê were jêbirin, di atlasa edebiyatê de wekî ernîgariyeke nemir ji nû ve ava kiriye. Îro ev edebiyat, ne tenê dengê herêmî yê gelekî bi êş e; sirûda gerdûnî ya her mirovê ye li ku dera cîhanê dibe bila bibe rastî zilmê tê û li azadiyê digere. Dawiya ku Kenefanî bi xwîna xwe nivîsand û nefesa dawî ya Derwîş a li sirgûnê; îspata wê yekê ye ku peyv carinan ji guleyan dûrtir diçin û tesîrekî kûrtir dikin. Edebiyata berxwedanê, bi kurtasî, bîra kolektîf a gelekî ye ku li hemberî mirinê, jiyanê ji nû ve diafirîne.
Jêderk:
- Kenefanî, Xessan, el-Edebu’l Filistînî el-Muqaweme tehte’l Îhtilal 1948-1968 (Edebiyata Berxwedanê li Filistîna di bin Dagirkeriyê de), Mueseset-u’l Ebhas’il Erebiyye, Beyrût, Lubnan.
- Kenefanî, Xessan, Edebu’l Muqaweme fî Filistîn el-Muhtele 1948-1966 (Edebiyata Berxwedanê li Filîstîna Dagirkirî), Daru’l Edeb, Beyrût, Lubnan.
- Harlow, Barbara, Edebiyata Berxwedanê, Pall Weşan, Amed.
- Edebu’l Muqaweme, Eymen el-Mûrad, rojnameya es-Sewre (pêveka hunerî), 2023.