‘Agneta Kling’ û ‘Omer Şêxmûs’ bi kurmancî çap bûn

TEBÎNÎ-NET – Weşanên Doz, du kitêbên biyografîk ên bi navê Agneta Kling û Omer Şêxmûs çap kir.

Weşanên Doz, du berhemên biyografîk ên nû yên li ser tarîxa têkoşîna kurd çap kir. Berhema bi navê “Agneta Kling di nava refên pêşmergeyan de jinekê swêdî” û “Omer Şêxmûs – bizota di bin xweliyê de –” ku ji aliyê Newzad Elî Ehmed ve hatibûn amadekirin bi wergera kurdî/kurmancî hatin çapkirin. Kitêba Agneta Kling ji aliyê Bernas Qerejdaxî ve ji erebî; ya Omer Şêxmûs ji aliyê Yasîn Hisên ve ji soranî hatine wergeranedin. Her du berhem belgenameyên dîrokî ne, hûrgiliyên dîroka têkoşîna kurd a li çar parçeyên Kurdistanê ya ji Xoybûnê hata YNKê vedihewînin û bi zimanekî zelal qala qonaxên dîrokî, serpêhatî û biyografiya Agneta û Omer dikin.

‘Agneta Kling di nava refên pêşmergeyan de jinekê swêdî’

Jinekê arîstokrat li çiyayên Kurdistanê: Agneta Kling ji malbateke navdar e, xwedî karaktereke bihêz, aram û arîstokrat a Swêdê bû. Di şoreşa nû de li çiyayên Kurdistanê, wê li kêleka mêrê xwe Omer Şêxmûs, di nava refên pêşmergeyan de cih girt. Agneta, li çiyayan perwerdehiya çekan wergirtibû, navê ku lê kiribûn Tara bû, û hevalên wê ji wê re digotin Xwuçka Tara – Xwişka Tara.

“Agnetayê nedixwest li ber çavan be û hez nedikir li ser têkoşînê biaxive ku di wê demê de pê re rûbirû maye. Demekî dirêj e min dixwest pirtûkekê li ser jiyana wê binivîsim. Ew di çandeka wisa de dijiya ku cuda bû û dûrî jîngeha wê bû. Min gelek hewl da ku li ser jiyana wê binivîsim û tevî gelek zehmetiyan bi sebir xebitîm. Me bernameyek çêkir û her cara ku ez biçûma Swêdê, min dê bi wê re hevpeyvînek bikira. Herçend me nekarî projeya xwe temam bikin jî, min soza xwe bi cî anî û tiştên ku min di vî warî de kirine, diweşînim. Ez vê pirtûkê diyarî giyanê wê yê birûmet dikim.”

 

‘Omer Şêxmûs – bizota di bin xweliyê de –’

Ev berhem çîroka jiyana Omer Şêxmûs e. Ew kesayetiyekî giring û şahidê dîroka nêzîk a tevgera siyasî ya kurd bûye û di heman demê de balê dikêşe ser veguherîna têkoşîna berdewam a miletê kurd li her çar beşên Kurdistanê.

Şêxmûs di sala 1942an de, li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Amûdê ji dayik bûye, bi tevlîbûna xwe ya di tevgerên xwendekar û siyasî yên kurd de ji destpêka temenê xwe yê ciwaniyê, têkoşîna xwe ya ji bo nasname û azadiyê li diyasporayê domandiye. Ji bilî çalakiyên xwe yên siyasî û rewşenbîrî li Ewrûpa û Amerîkayê, ew endamekî damezrîner ê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bû, û roleka wî ya giring hebû di bidestxistina rewatiya navneteweyî ya partiyê de, nemaze bi berpirsiyariyên xwe yên di warê têkiliyên derve de.

Şêxmûs, ku ji sala 1978an û pê ve ji bo komîteya navendî ya YNKê û paşê jî ji bo Polîtburoya wê hatiye hilbijartin, hem bi rêya hewldanên dîplomatîk û hem jî çalakiyên xwe yên li Başûrê Kurdistanê, di asta sazî û rêxistinî de alîkariya têkoşîna neteweyî ya kurd kiriye.

Bi kurtasî, ev pirtûk bi rêya jiyana Omer Şêxmûs a siyasî ji bo têgihiştina dînamîkên guherbar ên tevgera kurd, avahiyên wê yên rêxistinî û şêweyên têkoşînê li diyasporayê çarçoveyeka hêja pêşkêş dike. Di heman demê de, armanc dike ku ji biyografiyeka kesane wêdetir biçe û beşeka bêhempa ya dîroka kurd a nûjen belge bike.

Têbînî: Her du berhem ji aliyê Bernas Qerejdaxî ve bo tirkî hatibûn wergerandin û di sala 2025an ji aliyê heman weşanxaneyê ve hatibûn çapkirin.