Bajarê Mar – Maryam al-Attar

ev şev baxçe bi tarîtiya xwe dinixumîne

ez jinek im ku di nîvê şevê de li ser rê asêmayî

lingên xwe yên pola mîna rehên berfînê dipêçim

û ez di pûlên bazarên bajarekî jehrî de wenda dibim

di demsala protestoyan de wekî maran qewmê xwe derdixîne

-her carê-

ez ne xuya me

di xeybê de diselihînim, ava dikim, mezin dikim, dikelînim, hol dibim û direqisim

ya rast ez kefên bêxêz im

berî ku nalîna duayên min ji qûnit an jî ji pencereyê çîv bide, wesleyên wê tên baskokirin

û di her carê de şefeq hiltê

mîna ku tiştek nebûbe

lê divê şev, mar û berbanga

ku bi nîvpêxemberîtiyê dan ser rê bibihîzin.

me xwedayên xwe yên ciwan binax kir

me bi îbadeta pûtan zirar da siberojê

em ketin rêzê da ku pasvanan bikujin

me di defterên zarokên xwe de dest bi xêzkirina resmê marê kulorî kir

– gelo zarokekî me heye ku bizane em kî ne?

roj ji min veqetandin

û di tariya nîvro de

min bi milê qatilekî dest bi paqijkirina quncikên malê kir.

jin di neynikê de hev didehfînin

rûyê min dikare hemû rolan wergire

ji bilî ya ku ez im

saw di laşê min de diherike

naleta jiyanê ye ev

li bajarê mar.

Wergera ji erebî: Bernas Qerejdaxî

Maryam al-Attar

Helbestkar û wergêra Îranî-Iraqî, sala 1987an li peytexta Xorasanê bajarê Meşhedê welidîye. Li Zanîngeha Bexdadê beşa Ziman û Edebîyata Farisî xwendî. Heta niha sê dîwanên wê çap bûne, ji zimanê erebî û farisî wergerên edebî kirî. Navên wek Ehmed Şamlû, Furûx Furûxzad, Huseyîn Penahî, Nadir Îbrahîmî wergerandî. Endama Yekîtiya Edîb û Nîvîskarên Iraqî ye. Koleksiyona helbestên wê hêjayî Xelata Enqeya Zêrîn a Erebî (2013), Xelata Forwardê ya Helbestê (2017) hatî dîtin.

Bir yanıt yazın