tu, cihekî hilbijêre
bila kafeyek fena şûr be di nava behrê de
tu li ku dixwazî hilbijêre...
min xwe radestî pelîkana deryayî ya di çavên te de kiriye
ku ji peravên wextên dûr tê
dema baran li Beyrûdê dibare...
hewceyî dilîniyê me
bikeve bin sakoyê min ê ji baranê şilbûyî.
bikeve nava qazaxê min ê rîsîn
û nava çermê min, dengê min.
wekî hespekî di nava giyaya sînga min de biçêre
wekî masiyê sor jê koç bike
ji nava çavekî min bo çavê din
û ji nava misteke min bo mista din...
rûyê min biresimîne li ser lênûska baranan û şevê
camên meyxaneyan û qaşikê darberûyê...
em bi hev şa bibin di bin birq û birûskan de
û bi rîtma çironekan
niştimanekê di kurkê boz de diyarî min bike
min fena Mesîh darexaçî bike di nava memikên xwe de
min tehfîl bike bi ava gul û mêrsînê, û bêhna bîlsanê
min hembêz bike li meydanan
li ser pelên şikestî
min hembêz bike li ber çavên kesan
red bike serdema siltanan
red bike fetwaya meczûban
li nîvê şevê wekî gur bizûre
der bibe wekî birîna pêsîrê
diyarî min bike hestên mirinê yê bi heybet û bexteweriya serxweşiyê
dema baran dibare li Beyrûdê
çiqilên tengezariya min dibişkivin
û ji xemên min re dest hene
bikeve nava qazaxê min ê rîsîn û razê
em di bin avê de ne
darxurmeya ruhê min
em du darxurme ne
di hişê min de biryarek zelal tune
te ku divê min bigre bibe
te ku divê min biterikîne
ji min re rojnameyên îro bigre
pênûs, mey û cixare
ev in hemû mifte, de min bi rê ve bibe
bi ber bê û ketûberiyê ve biçe
bimeşe di kuçeyên bê nav re
hindikekî ji min hez bike...
hinekî bişkîne rîtma rêveçûna xwe
bîskekê ji min re destê xwe yê rastê bihêle
her du milên te erda aramiyê ne
li Beyrûdê nexşeyên evînê tune
û ne jî nexşeyên eşqa di dilê de min heye
li xanîyekî di nava xîzê de veşartî bigere
bigere li oteleke ku li navên evîndaran napirse
min di wan jêrzemînan de bêxew bihêle
ewên ku bêyî stranbêj û rewanbêjan tiştek lê nebe
bêje, tu yê ber bi ku ve biçî
evîna li Beyrûdê wekî hebûna Xwedê
ya li her derê ye...
Wergera ji erebî: Bernas Qerejdaxî
LEWerger, hejmara 10an.