… laş,
mala herî rind e bo xeyalan.
*
zewq, qiyameta laş e.
*
…rondikên jinê
robar e bo soberiya şehwetê-,
*
laşê min beredayî doş dibe di kuncên laşê wê de-,
laşê jina evîndar oqyanûsa herî fireh e-,
*
wexta çav bi min dikeve rûyê wê pê dikeve-,
ez agirê nav rûyê wê me.
*
dilê peyayê evîndar di nav lêvên wî de ye
dilê jina evîndar di binzikê wê de ye.
*
peya di laşê xwe de hişyar dibe
û laşê jinê de radikeve.
*
xêza tîk giloverik e di eşqê de.
*
peya bo jinê kitêb e
tenê bi tevde laşê xwe ve dikare bixwîne.
*
heta tu teslîm nebî bo xor a dînîtîyê
tu yê nekevî şeva laşî
*
laşê te teşeya demê
dema niha.
*
dilnizm be zimano,
tenê laş, laşî dinivisîne.
*
bêhna jinê
doşegekê diafirîne bo eşqê
û endamek zayendî
*
gula çilmisî dibêje
bikeve nav xeyalan, xewnan bibîne.
Adonîs – ji erebî Bernas Qerejdaxî, Bar Helbest, 6, 2022