“Dinya bi çîrokan tê ba hev”

 “Ne girîng e ez çi dibêjim, vî fîlmî hûn bi xwe şîrove bikin.” – Jean Cocteau

Roja şemiyê, 3yemîn Festîvala Fîlman a Amedê, bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi kordînasyona Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînebîrê û bi dirûşma “Dinya bi çîrokan tê ba hev” ve dest pê kir. Tevî gelek hunermendan, hevşaredarên bajar û navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, bi sedan kes beşdarî festîvala ku li Navenda Çandê ya Amedê tê lidarxistin bûn. Festîval, diyarî Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk hat kirin.

Di festîvalê de pêşî pêşangeha fîlmê “Rê/Yol” ê Yilmaz Guney hat vekirin. Piştre axaftin hatin kirin, konsert û performansa govendê pêk hat.

Di van şevên zivistanê de ku xwendin û temaşekirina çîrokan jiyana mirov germ dike, festîvala ku ez bi mehan e çaverê bûn, hat lidarxistin. Lew, ez paşxane û plansaziya wê dizanim; mamosteyên me yên di Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn de bi mehan kordînasyona vê festîvalê kirin, plan danîn; ji bo jûrî, sponsorî, lêçûn, burokrasî û organîzasyonê kedeke zêde dan.

Gerçî roja ewil ji ber kar ez beşdar nebûm, min xwe ji bo nûçeya roja ewil ragirt. Derengiya şevê nûçe ji ajansê hat û me weşand. Ji axaftina siyasetmedaran û konsertê bêtir, a ku ez kêfxweş kirim helbet axaftina mamosteyê min Sîpan Dagdevîren bû. Dema min dersên senaryoyê ji mamoste digirt me gelek babet gotûbêj dikirin. Rojekî min Yilmaz Guney jê pirsîbû; gotibû: “A rast di sînemaya neteweyî de divê ziman jî kurdî be, lê em Yilmaz Guney bi tema, çîrok û senaryoyên wî wekî sînemaya kurdî dihesibînin.”

Welhasil mamoste piştî silavekê li Yilmaz Guney da, li pêşberî girseyê wiha axivîbû: “Îro li vir, li bin esmanê Amedê em çîrokeke nû çêdikin û ava dikin. Ne li ber roniya çirayê; li dor rasteqîniyeke ku bikare ronî bide hemû cîhanê… em ji sînemaya heqîqetê re, ji ya wijdan, azadî, berxwedan û aştiyê re qadekê vedikin. Ev festîval, ew ê ji sînemagerên siberojê re rê veke; ew ê çîrokên îro bigihîne siberojê.” Ma jixwe Andre Bazîn ji bo sînemayê nirxandineke bi vî awayî nekiribû? : “Sînema paceyeke nû ye ku li dinyaya me vedibe”.

Roja duyemîn, min xwe tev kir û berê xwe da ÇandAmedê. Piştî ku min hinek malûmat ji şêwirmendiyê pirsî, bi germî ez pêşwazî kirim û berê min da maseya kordînasyonê. Li masê mamoste Sîpan rûniştî bû; mamoste rabû ez hembêz kirim û me suhbetek li ser piyan kir. Min hinek pirs jê kirin, û derheqê fîlman de, herka festîvalê de malûmat jê hîn kir.

Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya û Ajansa Welat, kedeke mûazam didan. Nûçegîhanê her ajansê bi derhênerekî re hevpeyvîn dikir. Xeberdana derhênerê ji Rojavayê Kurdistanê Miral Kilo yê ku berî kêliyekê me hev nas kiribû, bala min kişand. Li pêşberî kamerayê wiha digot: “Dibêjin Fransa bajarê sûra hunera Ewrûpayê ye, lê bi ya min Amed sûrek e ji bo parastina hunera kurdî. Hatina Amedê ji bo min xewnek bû, ez dizanim çalakiyên hunerî û rewşenbîrî li vir bihêz in.”

Ez ji bo kurtefîlman derketim qata çaran, dê fîlm li salona ku me ders lê didît, bihata nîşandan. Ez ketim salonê, piştî çend mehan rûniştina di vê salonê de hesteke xerîb bi min re çêkir. Li dû hev dê sê kurtefîlm bihatana nîşandan. Kurtefîlma ewil a min temaşe kir navê wê “My Name is Hope / Navê min Hêvî ye” (Derhêner: Sherwan Haji) bû û zimanê wê bi erebî bû. Çîrok û temayên wê gelekî baş bûn, min pir eciband. Sekansplanên wê; di mazgala deriyê hucreya zindanê de; korîdorê dikşîne, cih daye diyalogên du xebatkarên paqijiyê û îşkenceya zindaniyan. Xebatkarê pîr ji yê ciwan re dibêje: “Hejmara rewşenbîrên di vir de, li zanîngehê nîn in. Nivîskarekî xurt li pişta vî derî heye.” Yê ciwan dibêje: “Ez li benda dîtina helbestên li ser dîwêr bûm.” Yê pîr dibêje: “Na, ew dîroknas e û ev nivîs gelek caran bi xwînê tên nivîsîn, divê tu hîn bibî. Şûşeya şîn a wan nivîsn jê dibe, şûşeya şîn aseton e.”

A duyemîn, “Kawyar” (A dance for freedom / Reqsek ji bo azadiyê) bû. Zimanê wê kurdî (soranî) bû, ji aliyê derhêner Salem Selavatî ve hatiye kişandin. Li Îranê çîroka dayika bidarvekirina zindaniyekî ye. Dayik, piştî bidarvekirina kurê xwe, dîmenên govenda kurê xwe di CDê de temaşe dike, bi lewendî û xiftanê xwe li malê direqise. Ya sêyem jî kurtefîlmê “Salt Sellers / Xwêfiroş” a ku derhênera wê Maryam Samadî ye, ew jî zimanê wê kurdî bû. Çîroka fîlmê behsa rîska jiberçûna jineke ducanî dike ku ew jin li qeraxa Gola Urmiyeyê bi hevjînê xwe re bi firotina xwê debara xwe dike. Temaya fîlm malbatek e, malbat ji bo zaroka xwe ya hêj ji dayik nebûyî ji xetereyên jîngehê biparêze hewl dide piştî firotina milkê xwe koçî bajêr bikin. Û fîlm balê dikişîne ser talan û wêrankirina siruşt û ekolojiyê bi destwerdana mirovan.

Min xîret nekir ez li benda gotûbêja derhêneran bimînim, li korîdorê min bîskekî bi Zeynep Yaşê re suhbet kir û me qala çîrokan kir. Min jê re got: “Belê dinya bi çîrokan tê ba hev lê îro li vir Kurdistan bi çîrokan hatiye ba hev.” Piştî spasî û destxweşiya bo keda wan ez dîsa daketim jêrê.

Kurtefîlm bi min ji fîlmê metrajdirêj ê “Beriya Şevê” yê Alî Kemal Çinar xweştir bûn. Xuya bû cast, teknîk û produksiyoneke xurt bi kar anîbû, kêfa min ne diyalog, ne tema, ne jî çîroka wê re nehat.

Piştre, ez derketim fuayeyê. Min li ser lingan du mamosteyên xwe yên din Ardîn Dîren û Îbrahîm dîtin. Piştî suhbeteke kurt, silava dostan, naskirina çend derhêneran û halpirsîna hevaldersan me çend wêne kişandin. Min ji Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava derhêner dîtin û nas kirin. Ambîyansek gelekî xweş bû. Rexmê sînor û dûriyê her yek bi germahiyek jidil, şiûra sînemaaya neteweyî hatibûn… A ku li pişt sînoran me tîne ba hev helbet hêma, helbest û çîrok in. A ku çîrokên me rave dike, sînemaya me çêdike û stranên me dibêje, heman hest û heman helwest e. Xulase, şiyaneke baş û xurt di nava sînemaya kurdî de derketiye. Û ez bawer im Amedê bibe sûr û keleha sînemaya kurdî û navnîşana dîdariya sînemaya cîhanê. Kî dizane belkî rojek bibe ‘Cannes a Kurdistanê’…

Bir yanıt yazın