Duaya dawîn – Maryam al-Attar

Duaya dawîn
duaya min a dawîn qebûl bikin
Vedigerim ji ciyê despêka xwe
ji zaroktiyê ve barê min mîrateya emanetê ye
pir zalim û cahil e *
Ji wan rojên ku bawer im te pakbûna wan
bi nebaşî, bi zorê, bi aciziyê û bi dekbaziya şîroveyê ve ji min diziye
ger careke din li gel xwe ronahiyê bibim korîdorên tarî
ez ê gunehkar bim
Tenê ez şîna kunên ku xencerên te çend caran di laşê min de vekirine digerînim
Bersiva min bidin evîndarno
We didim sondê bi Xwedayê we yê reqas
yê ku bi stranên we yên dirêj serxweş e
Ez fena we me lê eger bîranîn neyê vegêran ez dimînim tu tişt
Ey evîndarên di mala xwe ya germ de razayî
wê kî mala xwe bi emanetî bide min
da endîşeyên xwe di balîfa wî de veşêrim
Wê kî piçekî ji emrê xwe bi deyn bide min
da ez eşqa xwe ji nûve vejînim
Ey stêra bakur
rê nîşanî min bide ji bo mala xwe bibînim
di nava ewqas malên çargoşe û birqonek de
Bo navnîşana min a yekem
wê kîjan xirbe pêşwaziya gavên min ên pola bikin
Ji bajarên mirinê vedigerim
û min xatir ji hevrêyên xwe yên di axê de xwest
Bi quretiya lehengekî matmayî
hêj nemirî me
Dixwazim li malên ku lê mezin bûme bijîm
tevî ku jiyana kuçeyên mirinê ez mezin kirime
bo ez vegerim cem we wekî cinawirekî qeraseyê ku bajarên we yên bextewer biçûk dibîne
evîndarno, serencameke layiqî dilê min ê evîndar dîyarî min bikin
lew ez ew lehengê sik im ku di saxiyê de ji min heznekirin
bo çi nemirim…

Wergera ji erebî: Bernas Qerejdaxî

*: Etfek bo ayeta “me emanetê xwe li erd û erş û çiyan derpêş kir, wan xwe neda ber hilgirtina wî (spareyî) û (ji berpirsiya wî) tirsiyan, lê belê însên ew hilgirt. (Vêca însên erka xwe pêk neanî, lewra ew birra jî zalim e, nezan e.” [Ehzab 72] (t.w.)

Maryam al-Attar
Helbestkar û wergêra Îranî-Iraqî, sala 1987an li peytexta Xorasanê bajarê Meşhedê welidîye. Li Zanîngeha Bexdadê beşa Ziman û Edebîyata Farisî xwendî. Heta niha sê dîwanên wê çap bûne, ji zimanê erebî û farisî wergerên edebî kirî. Navên wek Ehmed Şamlû, Furûx Furûxzad, Huseyîn Penahî, Nadir Îbrahîmî wergerandî. Endama Yekîtiya Edîb û Nîvîskarên Iraqî ye. Koleksiyona helbestên wê hêjayî Xelata Enqeya Zêrîn a Erebî (2013), Xelata Forwardê ya Helbestê (2017) hatî dîtin.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir