Ewrên gur kom bûn û wek şevreşkekî kete erdê, pê ra baraneke hûr hûr lê kir. Firtoneyekî sar û bi şilî rê da ber xwe. Bê kesên di bin sîwana termînalê de kom bibûn rêwîyên mayî dimeşiyan. Ji reva zilamek ya lez û bez nebûya, yeknesakîyê dîmen rawestandibû. Zilam mîna dîna ji kolana kêlekê da bezê û li şeqameke din winda bû. Komek mêr û xortan da dû û diqêrîyan “diz… pê bigrin”. Qerepere hêdî xilas bû û baranek xunivî. Rê vala bû, kesên di bin sîwanê kom bibûn hinek ji wan benda otobêsê bûn, hinek jî bo şil nebin sitirîbûn. Careke din dengê şopgerên li pê diz bilind bû û heytehol zêde bû. Dû ra şopgêr xuya bûn û diz desteser kiribûn hewirdorê de dengê zarokan bi coşî bilind dibû. Wexta diz anîn, nav rê de hewl da ku bireve û xwe rizgar bike lê rikêmî wî kirin û dan ber hulmik û pihînan. Bala ên di binê sîwanê çû ser pevçûnê.
– Çi derbên dijwar in!
– Wê sûcek ji diziyê girantir biqewime.
– Binêrin polês ber deriyê avahiyê temaşe dike.
– Tew rûyê xwe hêlek din da guherî…
Xunava baranê zêde bû wek têlên zîvîn û dû re baranê lêkir. Rê vala bû tenê yên şerûd û ên bin sîwanê mabûn. Hinek mêr westiyan û êdî li diz nedan li dora wî bûn xelek. Behijî û bêhnçikyayî bibûn, peyvên nedihat bihîstin ji devê wî derdiket. Ketin nava gengeşiyekî giran bê rîtma baranê tiştek nedihat fam kirin. Cilên wan bi wan ve zeliqî bû bi israr nîqaş berdewam dikirin. Bê paxaf bûn li hember baranê. Tevgerên diz, bi êş halê xwe gilî kir lê kesê jê bawer nekir. Fena biaxife milên xwe li ba kir lê dengê wî di dûrî û şîpînîya baranê de wenda bû. Bêguman ew diaxife. Wan guhê xwe dan wî, bê deng lê temaşe kirin. Bala ên bin sîwanê jî li wî bû.
– Polês çima bê tevger e!
– Fikrek tê bîra meriv…tuyê bêjî bûyer dîmenek sînematografîk e!
– Lê lêdan rast e.
– Nîqaş û gotinên bin baranê?!
Buyereke ecêb bala wan kişand. Ji hêla qadê ve du otomobîl bi lezek bê ronî dihatin. Xuya bû lipeyketinek qayişkêşana germ bû. Ya pêşî difirîya ya din dabû dû. Ya pêşî ji nişkave fren kir û qulipî, ya din jî bi hişkî lê qelibî. Her dû bin guhê hev ketin, teqîyan û agir bi wan ket. Bin şirpîna baranê de qêrîn û nalîn bilind bûn. Lê ji wan kesên ku li wê hêlê mêze dikirin, tu kesek neçû hêla bermahiyên her du otomobîlan, ku çend metre dûrî wan rûxayayî ne. Ne baran ne jî ew di xema wan de bûn. Yên ku di bin sîwanê de rawestîyabûn, mirovek birîndarê qezayê dîtin ku hêdîka ji binê otomobîlê di nav xwînê de bi qunxişkê der tê. Hewl da ku çarlepan ve rabe lê devûrû ve ket.
– Bêguman karesatek rastîn e.
– Polês naxwaze bilive!
– Divê nêz de telefonek heba.
Lê ti kesek ji tirsa baranê neliviya ji cîhê xwe. Teqînek tirsnak pêk hat û birûskan veda. Diz axaftina xwe qedand û rawestiya li guhdarên xwe bi bawerî û bi dilgermî nihêrî. Ji nişka ve cilên xwe ji xwe kir û xwe tazî kir. Kincên xwe avêt ser kavilên otomobîlên ku baranê agirê wan tefandî. Mîna laşê xwe yê tazî nîşan bide li dora xwe doş bû. Du gav pêş de du gav şûn de çû, bi zerafetek hunerî reqs kir. Kesên dabûn dû bi rengek rîtmîk jê ra çepikan lê didan û zarokên li dor wî xelekek ava kiribûn û doş dibûn. Yên di bin sîwanê de mat û heyirî man, lê rexmê vê yekê bi ser hemdê xwe ve hatin.
– Ger ev ne nîgarek dîtbarî be ev dîn e!
– Bêguman dîmenekî sînematîk e, û polîs jî tenê yek ji wan kesan e ku li benda rola xwe ye.
– Lê rûdana otomobîlê?
– Hunereke şarezayane ye û em ê derhênerê wê li pişt van penceran yekê bibînin.
Pencereya avahiya li hember termînalê vebû û dengek ecêb jê hat bihîstin. Digel dengê çepik û şîpînîya baranê bala wan çû ser pencerê. Zilamekî bi kinc xuya bû bi navber fîtik lêda. Di cî de, pencereyekî din li heman avahiyê de vebû, jinek xemilandî, bi cil û bergên xwe ve li piya bû û wê serê xwe hejand bersiva fîtika wî da. Di objektîfa ên bin sîwanê de jin û mêr bi hev ra pîrozbahî kirin û dû ra bi hev ra ji avahiyê derketin. Bê xem bin baranê de milên xwe xistin bin çengên xwe. Li hinda her dû otomobîlên rûxiyayî sekinîn. Axifîn. Bin baranê de cilê xwe derxistin şilfitazî man. Jinê xwe li erdê dirêj kir, serê xwe da ser laşê mirîyê devûrû dirêjkirî. Mêrik jî li kêleka wê xwe bera erdê da. Florteke kubar bi dest û lêvan dest pê kir. Mêr, wê bi laşê xwe ve nuximand û hevşa bûn. Reqs û çepik berdewam kir, xort li dora xwe dizivirîn û baran dibariya.
– Gosirmet e!
– Ger ne dîmenek be, gosirmet e û ku rastî be ew dîn e.
– Polês cixara xwe pêxist.
Li ser rêya nîv vala de rengê jiyanek peyda bû. Ji hêla başûr ve qefleyek deve derbas bûn. Bi lez derbas dibûn mêr û jinên bedewî wan diajot. Ji helqa reqsê biçek dûr wargeh vedan. Deve bi dîwarên malan ve girê dan û konên xwe vegirtin. Belav bûn hinekan xwarin xwar, hinekan çay vexwar hinekan cixare kişand û hinek jî daqulî nav şêwirê bûn. Ji hêla bakûr ve otomobîlekî tije rêvîngên ewrûpî hatin. Li pişt xelaka diz rawestiya, paşê siwarên wê, jin û mêr, jê derketin, kom bi kom belav bûn, bêyî ku xemsariya reqs, hevşabûn, mirin û baranê bikin bi baldarî li cîyê xwe geriyan.
Dû ra komek karkerên avahiyê li dû wan qamyonên xwedan barê kevir, beton û kereseyên avahîyê hat. Bi lez û bez tirbeyek ecêb çêkirin û nêzîkê wê jî dikek mezin ji keviran çêkirin, çarşef kişandinê û lingên wê bi gulan xemilandin. Ev rûdan hemî di bin baranê de pêk hatin. Çûn hinda otomobîlên ruxandî termên mirîyan jê derxistin. Serê wan pelixî, laşê wan şewitî bû. Û laşê mirîyê devûrû ve ketibû ji binê evîndarên ku dev ji hevşabûnê bernedidan derxistin. Dû ra term li ser dikê, nik hev dirêj kirin û vegeriyan hinda evîndaran, wan bi hev ra hilgirtin qet ji hev nediqetiyan. Wan di gorê de danîn û wan binax kirin heta gor bi erdê ve dûz kirin. Piştra qamyon çûn, ew jî bi lezek wek talîzokê çûn û bi hev ra zimaneke nefambar diaxifîn.
– Tuyê bêjî em di xewnê de ne!
– Xewneke sawdar, em biçin wê baş be.
– Belkî divê em bisekinin.
– Bo çi em ê bisekinin?
– Aqûbeteke şad?!
– Şadî?
– Nexwe wê encamek bi karesat be!
Wextê şêwirê zilamek, çarmêrkî bi cibê dadger li ser gorîstanê rûnişt. Kesê nedît ji ku hatî. Ji hinda rêvîngan, an ji hinda bedewîyan an ji nav helqa reqsê, ti kesî wî nasnedikir. Pela di destê xwe de vekir û dest bi xwendina tekstek kir her wekî hukmek eşkera bike. Ji ber çepik û dengên bi zimanên cuda û ji baranê kesî gotinên wî fam nedikir. Gotinên wî ên nedihat bihîstin wenda nebûn. Tevger di rê de mîna pêlên gurr di tundî û pevçûnan de belav bûn. Pevçûnek li dor bedewîyan û yek jî di nêzî rêvîngiyên ewrûpî qewimî. Şerek nav bedewî û rêvîngiyên ewrûpî de rû da. Ên mayî direqisîn û distran. Pirê wan li dor gorê bi tazî hevşa dibûn. Mestbûna diz, di reqs û hunerê de veguherî hostetiyê. Her tişt gihîşt hedê xwe. Kuştin, reqs, hevşabûn, mirin, birûsk û baran.
Mêrek gir ket nav koma merivên li piya. Serqot, pantorek û bilûzek reş lê bû di destan de jî dûrbîn hebû. Wî cihê xwe di navbera wan de bi dahfandinê û bi fehmkorî vekir. Û bi dûrbîna xwe li hawirdorê, navbera kuçeyan mêze kir.
Kire ufekuf:
– Ne muhim e… ne muhim e.
Çavên kesên di bin sîwanê de kom bibûn bi baldarî li ser wî bû.
– Ew e?
– Belê… Ew derhêner e.
Mêrik bi himehim vegerî hêla rê:
– Berdewam bikin an na em ê neçar bimînin ku her tiştî ji serî ve bidin destpêkirin.
Yekê pirsî:
– Rêvebir tu yî…
Lê wî bi tevgereke tûj û bibiryar gotina wî qut kit, mêrik pirsa xwe dûbare kir û bêdeng ma, lê zilamekî din ji tengezariya wî cisaret kir û pirsî:
– Birêz derhêner?
Qet guh neda wî zilamî û temaşe berdewam kir. Ji nişkave serê merivek li dor termînalê gêr bû û çend metre li dûrî wî ket. Xwîn ji qirikê dipejiqî. Zilam ji tirsan qêrîyan, lê wî mêrikî demekî li serî nihêrî, dû re kire himehim:
– Bravo.. Bravo..
Mêrek pê de qêrîya:
– Lê ew serî û xwîn rastîn bû.
Mêrik dûrbîna xwe arasteyî mêr û jinika bi hevşadibû kir û dû re bi bêsebir qêriya:
– Rewşê biguherînin. Hay ji bêzariyê hebin
Yekî din pê da qêrîya:
– Lê ew serî rast bû, ev hemî ji rûyê de te ne.
Yekî din got:
– Tu yek peyvek bikî, wê têr bike em te û wan nas bikin…
Yê sisêyan bi bergerê got:
– Ti astengek tune ji bo axaftina te!
Yê çaran bi berzûrî got:
– Mamosta ma tu bi rehetî aramîyê nade me.
Lê mamoste ji nişka ve paş de çû. Mîna ku li pişt wan bireve. Quretî di awirek hûr de heliya. Û henaseya wî kêm bû. Mîna ku emr an nexweşîyê wî xeniqandibe. Yên ku li binê termînalê kom bibûn, dîtin ku komek zilam bi cilên fermî ve nêzî termînalê digeriyan, mîna kûçikan bêhn dikirin. Û mêrik har wek dîna di bin baranê de baziya. Yek ji wan zilamên gerok bala wî kişand û ber bi wî ve reviya, yên din jî wek bahozekê li pey wî ketin. Ji nişka ve hemî ji ber çav wenda bûn. Rê ji kuştin, hevşabûn, reqs û ji baranê re hiştin.
– Xwedêyo ev çi gosirmet e. Wekî me guman kir ew ne derhêner e.
– Kî ye?
– Belkî diz be…
– An dînek perçe!
– An belkî ew û ên li dû wî dîmenek sînematîk be.
– Van buyerana rast bûn ti têkiliya wê bi pêşandanê tune.
– Pêşandan rawêjek têkane ye ku wateyek dideribîne.
– Hewce bi rawêjan nine.
– Şîroveya te çi ye?
– Bêguman rast bû.
– Bo çi tu werê dihizirî?
– Lew rastî ye.
– Berdêl çi be divê em biçin.
– Piştî lêpirsînê em ê bo şahidîyê gazî bikin.
– Hêvî heye.
Werê got û ber bi polês ve çû û gazî kir:
– Ho çawîş..
Heta ku mêrik li hêla wî nêrî çar caran gazî kir. Awir lê da, gazî kir û got:
– Ji kerema xwe çawiş..
Polês bi hêrs li baranê mêze kir, dûre berê paltoyê xwe pevxist û bi lez ber bi wan ve çû û di bin sîwanê de sekinî. Bi tundî li wan nêrî û pirsî:
– Halê we çi ye?
– Ma tu nabînî li ser rê çi diqewime?
Bala xwe li ser wan neda alî û got:
– Xeynî we hemî kesên li termînalê bûn li otomobîla xwe siwar bûn, ma karê we çi ye?
– Li wî serê meriv binêr!
– Ka nasnama we?
Bi nêrînek hişk û tinazokî bala xwe da wan û pirsî:
– Mebesta cîvîna we li vir çi ye?
Nêrînên mandele çû û hat, yekê ji wan got:
– Em kes hevûdin nasnakin!
– Derewek pûç..
Du gav paş ve avêt. Çek li wan kişand. Bi lez û bez li wan gule reşand. Laş li pey hev ketin. Gewdê wan avêt bin sîwanê, serê wan jî binê baranê de li ser peyarê rêz kirî danî.
Necîb Mehfûz
Xelata Nobelê ya Edebiyatê ya sala 1988an
Ji erebî: Bernas Qerejdaxî