şevê bi keser serê xwe di berxwe de tewand
ji ber huzna wê min xwe da alî û nîvê şevê li Granadayê agir bera bîranên xwe da…
li trêna qereçî û ya gîtarê siwar bûm…
da ku bo te ronkaya hîvê kom bikim ji serê daran
û bi ava wê ve sewa çavên te kartpostalekî binivîsînim…
dostê min ê bûm,
mîrê firîna şevê, metelîyê û razê.
wexta tu tê bîra min, li dawiya serdabê ronî xuya dibe.
bi hemî evîna kevn a çarhêl dîwarên wê bêdengî
bi cewhera [i] li ser bayê ve ji te re dinivîsînim
û namayên herî şêrîn ên eşqa nehênî dinivîsînim da ku biqetînim!
yên herî kubar dinivisînim, bi tilîyên ji strî bo laşê têldirî.
ez jî fena te me, bi nameya ewil,
an bi fethên hestewerî yên di xeberdanekî têlefonê de
ji eşqê bawernakim
lê ez dizanim me berî serdeman hev naskirî,
li van girên Granada yên li dora Qesra el-Hamrayê,
û niha diçim seferekî derwext
wek rûhekî têm bo henaseyên te yên jidil
li kurtepista nîlûfer û binevşê ya derheqê me de guhdar im
ava jîndar a ji kaniyên Cennetu’l Arif diherike,
mîna çîrokbêjekî çîroka evîna me ya Endulusî vedibêje
û dar jî li ser zendê tazî yê avê guhdar in
geş bûm bi dîtina te
piştî sedsalan li ser wendabûna te ya di nava ‘esr û jinan de…
zemanê berê de hevdîtina me ya ewil pêk hatibû
wan rojên ku em bi quretî dimeşiyan
li ber deriyên parzemînên neyar ne li bendî vîzeyê bûn
li vir careke dî der wext û mekan em rastî hev tên
li te dinêrim. Çavên te fena hibra çînî reş in.
alfabeya xwe tê de dikim û vê kartpostala Granadayê ji te ra dinivisînim.
û şev diqîre: “olê!”
ji erebî: Bernas Qerejdaxî
[i] Cewher (esîr) madeya di atmosferê de ye (n.w.)