neçe
gelek caran te li min nihêrî û nedît,
di herka heyatê de ez şewitî me
porê min qut, rûyê min nepixî û qûnrûniştî me
gelek caran min rahişt kitêbekê û serî ranekir
rûniştim li ser paldankê û min sekin ji bîr kir
min gepa xwe danî ser balîfê lê min şev nedît
û min çavê xwe vekir û roj nedît
li ser giyayê likumîm, an di rêya dara sêvê de
wenda bûm
neçe
wexta destê te ne li vir be, nîn e tu derî
wexta ez bi gavê te nehisim, bêyî cixara te ya li ber derî tefandî
nîn e tu rê
nîn e tu mala min, wext milê te ye, dirêjî fîncana qehwê dibe
û lêva te ramûsana seharê ye
cî şêwra me ya dirêj î bêdeng e
neçe
navroja me li ser êgir daneyne
çindkirina pisîkê li hewayê
dengê avê li serşokê tiliyên te mist didin
pelên kitêbê ku tu li ser piştê diqulupînî
dinalin
****
neçe, gerçî rojek, deqeyek, lehzeyek be
ne bêyî min û ne bi min
ne bi wext ne derwext
ne di cî de û ne li derve
neçe…
Wergera ji erebî: Bernas Qerejdaxî
Jînenîgarî
Lamia Maqaddam (z. 1971 li Sûsa ) helbestvan, rojnamevan û wergêra Tûnisî ye .
Lamia Maqaddam di sala 1971an de li bajarê Sûsa yê Tunisê ji dayik bûye. Du pirtûkên helbestan nivîsandî, berhemên wê ji bo îngilîzî, fransî, holendî û kurdî hatine wergerandin.
Mastera xwe di beşa ziman û wêjeya erebî de kirî û ji bilî nivîsandinê, wekî wergêr dixebite. 20 sal in li Hollanda dijî û niha li bajarê Amsterdamê dijî.
- Xelata Edebiyatê ya El-Hîcarê, Holanda, 2000
Berhemên wê
- Bîṭeʻam’l-fakîha el-şetewiyye (Bi tama fêkiyên zivistanê ), 2007.
- Înteha haze’l-qesîde … înteha haze’l-ḥubb (Ev helbest qediya, ev evîn qediya ), 2015.
- Fîz’emenî we Xaricehû (Di wext û derwext de), 2019.
- Qesaîdû’l ‘umya (Qesîdeyên kor), 2023.