I
Ey rêwîngiyên di nava peyvên ketober de dibuhurin!
Rahijin navê xwe û bicehnimin!
Katjimêrên xwe ji demên me vekişin û bicehnimin!
We çiqas xwest bigirin
Ji hêşiniya behrê, ji xîzên bîranînan û bicehnimin!
Çiqas wêne hene bidizin da ku hûn binasin
Lê hûn ê tênegihêjin bê çawa kevirekî ji axa me banê esmên ava kirî
II
Ey rêwîngiyên di nava peyvên ketober de dibuhurin!
Ji we şûr ji me xwîn
Ji we hesin û agir ji me giyan
Ji we tanqeke din ji me kevir
Ji we bombeyên gazîn ji me baran
Wekî we li ser me jî ezmanek û oksîjenek heye
Ji xwîna me para xwe bigrin û bicehnimin!
Biçin şahînatên şevê reqsê û bicehnimin!
Divê em gulên şehîdan biparizên
Divê em çawa bixwazin werê bijîn
III
Ey rêwîngiyên di nava peyvên ketober de dibuhurin!
Wekî talazê bi ku ve dixwazin bicehnimin!
Lê wekî mêş û moran di nava me de nebihurin
Di axa me de hêj tiştên ku em bikin hene
Genimê me yê ku emê bajon û bi xwîdana xwe av bidin
Tiştên me yên ku hunê pê qayîl nebin hene
Kevir… an fedî
Rahêjin raborîyê, ku dilê we bixwaze bibin kevnarxaneyê
Peykerê silêmanê dunikil ê mezin
Ku hûn bixwazin, li ser sehenek ferfûr feraş bikin
Tiştên me yên ku hunê pê qayîl nebin hene
Dahatû ya me ye û di axa me de hêj tiştên em bikin hene
IV
Ey rêwîngiyên di nava peyvên ketober de dibuhurin!
Stêr bikin xeyalên xwe di çaleke kûr de û bicehnimin!
Bizvirînin tîrka demê li gor şerîeta golika pîroz
An li gor dema musîqa demançê
Tiştên me yên ku hûnê pê qayîl nebin hene, bicehnimin!
Tiştên me hene ku li cem we tune; niştimanek, gelek xwîn dirêje
Niştimanek e ku kêrî jibîrkirinê yan bîrê tê
Ey rêwîngiyên di nava peyvên ketober de dibuhurin!
Nika bicehnimin
Hûn li ku cîwar dibin bibin lê nav me de cîwar nebin
Nika bicehnimin
Li ku dixwazin bimrin lê henda me nemirin
Di axa me de hêj tiştên ku em bikin hene
Lêre raborî jî ya me ye
Dengê jiyanê ewil ya me ye
Niha, îro, raborî ya me ye
Lêre dinya û axiret yên me ye
Bicehnimin
Ji axa me
Ji bejahî û ji derya me
Ji genim, xwê û ji birîna me
Ji her tiştî
Bicehnimin ji bêjeyên bîra me
Ey rêwîngiyên di nava peyvên ketober de dibuhurin!
Mehmûd Derwîş
Ji erebî: Bernas Qerejdaxî
26.11.2020