Kurteçîroka şi’rê
Rîta ya ku navê wê yê rast Tamara Bahî (Ben ‘Amî) ye û xoşewîsta şa’irê nemir î têkoşîna Filîstînê Mehmûd Derwîş e… Rexmê ku çend caran Derwîş dibêje; ez keçeke bi vî navî nas nakim tenê hêmayî ye, rîwayet ew in; di xortaniya xwe de wextê di nav baskê ciwanan ya Partiya Komunîst li Îsraîlê de keçikeke bi navê Tamara nas kirî. Name ji hev re şandine û wêneyên wan bi hev re hene, gelek gotar li ser vê mijarê hatiye nivisîn, belgefîlma wê hatiye kêşan. Ev evîn pênc sal didome û piştî şerê 1967an têkilî û evîna wan diqede.
Lewre Tamara beşdarî artêşa Îsraîl dibe û wekî Mehmûd Derwîş jî dibêje “ne tenê dil, bîr û bawerî jî tehemul nake. Vî şerî laşê me ji hev qut kir.” Her wiha di 1995an de bi dostê xwe şa’irê Lubnanî Ebbas Beydûn re hevpeyvînekê dike û wiha li xwe mikur tê “Bifikire xweşewîsta te di artêşa dagirker de ye û keçên qewmê te li Nablûs û li Qudisê dîl digire.”
Tamara di 1943an de çêbûye û piştî artêşê wek akademîsyenek li Zankoya Telavîvê li ser edebiyatê dixebite. Tamara keçeke yahûdî ye û ji hêla dê de polonî, ji aliyê bav de rûs e. Tehemula wê li beramberî şiî’ra Derwîş ya bi navê “Ey rêwîngiyên di nava peyvên ketober de dibuhurin!” tuneye. Ev şiî’r di devê xortan de bûye wek sirûdek û helwesteke antîkolonyal îfade dike. Derwîş ê ku du car zewiciye ev evîn ji bîr nekiriye û ji bo xwe wiha dibêje “ez evîndarek bêsiûd im, ne dikarim te ji bîr bikim û ne jî werim cem te.” Di nameyeke bi destxeta Derwîş bo Tamara şandî de wiha dinivîse:
“Min xwest werim Qudsê ba te da ku bi nuwazebûna te dilxweş û aram bibim. Roja çarşemê min ji dadgeha leşkerî îzîn xwest bo werim Qudsê lê îzîn nedan min. Gelek caran xeyal dikim, şevan bi te re çay vexwim ji bo em asûde û bextewariyê parve bikin. Ezîza min, tu ji min dûr î lê dîsa kelecana hestê min difûre. Hezkirina min ji ya te ne kêmtir e, ez bêtir ji te hez dikim.”
Şi’ra Rîta û Tiving ji hêla mûzîkjen û hunermendê Lubnanî Marsîl Xelîfe ve wek stran hatiye
gotin û stranek gelek populer e.
tivingek di bêyna Rîtayê û çavên min de
yên Rîtayê nas dikin
bo yezdanê di çavên wê yên hingivîn de
ditewin û lava dikin
û min Rîtayê ramûsa
hêj qîzeke xama bû
dizikrînim hembêzkirina wê
milên min keziyên wê yên ciwan dinixumand
Rîtayê dizikrînim
mîna zikra beytikan a çem
ax Rîta!
di bêyna me de milyon beytik û hêma hene
û gelek qewlên ku tivingekê gule berdane wan
navê Rîtayê li ser lêvên min cejn e
şahiya di xwîna min de gewdê Rîtayê ye
du sal
di Rîtayê de wenda bûm
û du sal
li ser zengê min raza
me qewl danî li ser peyala herî xweş
em şewitîn
di meya ser lêvan de
em ji nûh ve welidîn!
axx Rîta
berî vê tivingê
bêyî du xilmaşan
û ewrên gingivîn
ma çi tişt bû ku çavên te ji çavên min qetand
ho tarîgewrika êvarê
di çavên hingivîn de
spêde heyva min a çardehşevî
koçî dûriyê kir
û bajêr
hemî stranbêj û Rîtayê hilçand
tivingek di bêyna Rîtayê û çavên min de
Wergera ji erebî: Bernas Qerejdaxî