Û tu, ho şairo lo evîndaro
tu yê bi kîjan laşî laşê xwe bikemilînî?
– tiştekî bihavil nîn e
ya ku bo min bikêr e
germ e fena ku balindeyek nû ji hêlîna xwe çîv dabe,
şairê evîndar ji spêleyeke bi navê pêşeroj pirsi:
çawa, gelo, wê kengî biwelide
em ê kengî pê derxin bê remza merivê xwedansoz çi ye?
dewran diherike
serê wê wekî gogeke krîstal
gewdê wê binyadek pola ye
kokên wê hêj nehatî kifşkirin.
ro di leylanê de dirban vedike bo xezalên xwe:
gelo leylan, bi tenê dizane ku tîbûn çawa direqise?
fenerên herî bi şewl
dikên taldeyê dişayesîne.
lez bike û kom bike fêkiyên xwe yên teze, ey şiêra eşqê,
ew stêrname ye, ev sal.
“em tawleyê bilîzin ji siyasetê çêtir e” (Herakleitos).
digel vê,
biçe ey tîra erezûyan û binehwirîne:
silavekê di Pisagor vede!
em ê bo şairan bêjin tu yê şopdarên xwe çawa kêfxweş bikî:
wan vejîne
Da ku binasin be gewdeyê nebatan çawa di mala xwe de serdana wan dikin,
Ji nû ve bibin bira
di malbata çikulan û di nava giyayê de
da ku hest bikin êşa birînê di navbêna wan de
û ya di navbêna gerdûnê de.
Û tu, ho nêçîrvano,
dexlê te de me tu vê kevokê şerjê nekî,
belkî ew jina ku te jê hez kiribû,
yan wê hez kiribû, cara ewil, dostê te yê şair.
di şiêra eşqê de
ronahiyeke din heye bo hiş û sewdan bi meçhûlê hest bike,
da ku em wê ji qefesê veguherînin balindeyekî,
da ku em ava wî di dil de biherikînin.
û em şeraba dil tê de biherikînin.
ronahiyeke di reh û şaneyê, rehjen û însiyaqê de
xeyal û xewnên bêşiûr
tarî, veşartî, guman, pêjn, zen, lêkûrbûn û lihevketin
lebatên jêrelaş
siya şikefta avikê
anksiyeta mirêsdar masûlkeyen endaman, movikên moran û dînîtiyê,
ax, ey endişe ey mêtiya gerdûnê!
ax, ey molekul ey koka kesk!
em dadikevin dojeha Aeneis,
em li gel wi distrên:
“em di dilê Xwedawendê de bi ser nekevin em ê veguherin dojehê”
ey heyat, guh nadim te
“ew zaroka bi kevirên kişikê dilîze (Herakleitos).
cihan -gav in ku bi cîranê xwe re di ahengê de ye,
kincên ku kincan hembêz dikin,
lê çi halê laş e dilukume bi barê gumana ilahî?
wê çawa bidin wî, ew qirêj e,
divê malek be bo yê pîroz-
ji ber wê ye ku ji aferîdeyên semawi re tê gotin giyan?
agir gur bû, ey agirên di nava wî de- wê paqij bike,
na, wê laş azad neke
heya ku ji bihuşta pê hatî wadkirin azad be.
na, ey aso ez ê bo şiêrê te nezewicînim,
heya ku te veguherînin heriye.
wa ew madeyê vedikolin
dîwarê deng kun dikin
dinazilin ser heyvê
bi galaksiyê re gotûbêj dikin,
tenê tu bi tenê yî, ey şiêr,
tu bi sirrê dizanî
akinciyê di doşega afirandinê de.
lêbelê û belam
bo çi niha heyv bi şiklê tembûrê dixuye
li ser şaneşîna dawetê?
gelo ew stêrname ye, ev sal?
li gel cêrên bi rondikên darê ve dagirtî
em ê îşev şevbêrka xwe bikin.
(Parîs, Kanûna Yekem, 2001)
[i] Sony Dream Robot
Wergera ji erebî: Bernas Qerejdaxî
Kovara Lewerger, hejmara 5an.