Şerê hîpersonîk ê Îran û Îsraîlê dê bi xwe re çi bîne?

Şerê Îran û Îsraîlê di roja çaremîn de berdewam e, her du alî jî di şerê îstîxbarî û teknolojîk de li hember hevudin danaxwin. Qonaxa asta şer bi xwe re pirsa ‘gelo ev şer dê rejîmê hilweşîne?’ tîne rojevê. Tehran ji Şoreşa Îslamî ya 1979an vir ve îro di rewşa xwe ya stratejîk a herî qels de ye; alîgirên wê yên çekdar, wek Hamas û Hîzbullah, derbeyek giran xwarin. Li Sûriyeyê, rejîma Beşar Esed hate hilweşandin, Hûsî qels bûn, û Îran bi xwe jî, ji bilî zirara li hin hêmanên bernameya xwe ya nukleerî, di tesîsên hilberîna mûşekên balîstîk de windahiyên stratejîk dîtiye. Gelo rejîmek ewqas qels û hesas, di rûbirûbûna pirsgirêkên navxweyî de ku hebûna wê tehdît dikin, dikare di nava pevçûnek bi çar an şeş aliyên nû de bijî?

Di siyaseta Rojava de nexasim di ya Amerîkayê de, li ser meseleya Îran û Îsraîlê, du tezên stratejîk hene ku heta niha hatine ceribandin. Teorîsyenên vê stratejiyê Henry Kissinger û Zbigniew Brzezinski ye. Teorî û stratejiyên wan di roja me de hêj dibe rêzikname ji bo Amerîkayê.

Nêrînên Henry Kissinger li ser Îran û Îsraîlê

Henry Kissinger yek ji nûnerên herî girîng ên xwedî nêzîkatiya siyaseta derve ya realîst e. Nêrînên wî li ser Îran û Îsraîlê li ser berjewendiyên stratejîk ên DYAyê ne. Kssinger, hebûna Îsraîl wekî pêdiveyek stratejîk didît. Û gefên Îranê yên nukleerî, xetereyek ji bo Îsraîl pêşbîn dikir. Li gorî wî, dîplomasî tercîha yekemîn e lê heke pêwîst be, destwerdana leşkerî ya pêşîlêgirtinê dikare rewa bibe.

Nêrînên Zbigniew Brzezinski li ser Îran û Îsraîlê

Teza Brzezinski li ser hevsengiya jeopolîtîk û vîzyona stratejîk a demdirêj ava dibe. Ew nêzîkatiyên hevseng, sîstematîk û bê-nakokî yên li hember Îran û Îsraîlê diparêze. Alîgirê entegrekirina Îranê di nav pergalê de ye û li dijî tecrîda wê ye. Her wiha bi tevahî li dijî destwerdana leşkerî ya li ser Îranê ye. Bernameya nukleerî divê bi dîplomasiyê were sînordarkirin. Brzezinski, digot nakokiya Îran-Îsraîlê dê herêmê ber bi karesatekê ve bibe ger DYA alî bigire. Siyasetên dîplomasî û hevsengiyê pêwîst in.

Îsraîl binesaziya dewleta Îranê dike hedef û erîşên wê yên eşkere, weke tecrubeya wê ya di şerê bi Hamas û Hîzbullah e, yekser bêhêzkirin û kêmkirina xetereyan e. Bi vî rengî Îsraîl li herêmê hegemonya xwe ferz dike û êdî stratejiyên wê ji bo dewletên Rojava dibe nexşeya serdema nû.

Li gorî tespîtên pisporan; êrîşên Îsraîl ên di siba roja 13ê gulanê, ne tenê tesîsên nukleerî û kargehên mûşekan ên Îranê bûne hedefa êrîşan, lê di heman demê de kesên girîng ên di serekaniya leşkerî ya welêt û zanyarên nukleerî jî bûne hedef. Tê gotin ku armanca wan ew e ku baweriya bi Îranê hem li hundir û hem jî di navbera hevalbendên wê yên li herêmê de têk bibin, û ev yek dikare hikûmeta Îranê bêîstîqrar bike.

Michael Singh, rayedarekî payebilind ê Serok George W. Bush bû û niha hevkarê Enstîtuya Washingtonê ya Siyaseta Rojhilata Nêzîk, ji Reuters re got, “Sedemên ku Îsraîlê vê êrîşê daye destpêkirin ev e ku ew hêvî dikin rejîmê biguherînin. Ew dixwazin ku bibînin gelê Îranê radibe ser piyan.” Singh diyar kir, dora yekem a êrîşan armancek berfirehtir nîşan dide.

Êrîşên dualî ên di sala borî de, ji şerê bi rêya wekîlan an operasyonên îstîxbarata asta bilind, ber bi veguherînek eşkere bo êrîşên rasterast ve bû, her du alî berê baldar bûn ku çarçoveya pevçûnê sînordar bihêlin. Ev pêla nû ya êrîşên berfireh ên Îsraîlê xwedî alîyek stratejîk a girîng e. Bi gurkirin û berzkirina van êrîşan ve nîşan dide ku Îsraîl, di wêrankariya pergala leşkerî ya Îranê de bibiryar e.

Êrîşa Îsraîl, qonaxa yekem a ‘operasyonek demdirêj’ bû. Pispor pêşbînî dikin ku her çendî Îsraîl kapasîteya wê tune be ku bernameya nukleerî ya Îranê bi tena serê xwe ji holê rake, ew ê berdewam bike ku binesaziya nukleerî ya sereke ya Îranê hedef bigire da ku bernameya Tehranê ya bo bombeya nukleerî dereng bixe.
Destengkirin an hilweşandin?

Piştî ku balafirên şer ên Îsraîlê dest bi bombebarankirina tesîsên nukleerî û pergala parastina hewayî ya Îranê kirin, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi weşandina vîdyoyekê ji gelê Îranê re axivî û got: “Rejîma ku nêzîkî 50 salan e li we zilmê dike, gefê li welatê me, li Dewleta Îsraîlê dixwe. Rejîm heta niha ewqa qels nebûbû. Ev şans e ji bo hûn rabin ser piyan û dengê xwe bidin bihîstin.”

Serokwezîr Netanyahu di hevpeyvîna xwe ya bi Fox Newsê de, ji jê hat pirsîn ka ‘gelo ew hewl didin ku bi êrîşên xwe yên li ser Îranê guhertina rejîmê çêbikin’, wî got, “Ev mimkun e ji ber ku rejîma Îranê niha pir qels e. Niha tenê du tişt di destê Îranê de mane, hewldana bidestxistina çekên nukleerî û bernameya mûşekên balîstîk, gel ne bi wan re ye.”

Gelo armanc bidawîkirina bernameya nukleerî ye?

Derheqê vê operasyonê de çapemeniya Amerîkî, Wall Street Journal jî di nav de, îdîa dike ku Serok Donald Trump, çend roj berî operasyona Îsraîlê bi xwe ji Netanyahu re telefon vekirî û jê xwestî ye ku êrîşî Îranê neke, lê dîsa jî operasyon pêk hatî.

Ji bo hilweşandina tesîsên nukleerî yên Îranê, rêyek dûrûdirêj li pêşiya Îsraîl heye. Analîstên leşkerî dibêjin, dibe ku ne pêkan be hilweşandina tesîsên li seranserê Îranê baş hatine tehkîmkirin.

Hikûmeta Îsraîlê hişyarî da ku bernameya nukleerî ya Îranê bi operasyonên leşkerî ve bi tevahî nayê hilweşandin. Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Îsraîlê Tzachi Hanegbi di kanalek televîzyonê de got: “Bernameyek nukleerî bi rêbazên leşkerî nayê hilweşandin. Lêbelê, operasyona leşkerî dikare şert û mercan ava bike da ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka bikaribe peymanek pêk bîne ji bo bernameya nukleerî asteng bike.”

Sima Shine, analîstek payebilind a berê li ajansa îstîxbarata Îsraîlê Mossadê û niha li Enstîtuya Lêkolînên Ewlekariya Neteweyî ya Îsraîlê (INSS) lêkolîner e got: “Dibe ku Îsraîl nikaribe projeya nukleerî bi tena serê xwe bêyî destwerdana Amerîkayê ji holê rake.”

Rastiyek eyan heye di reel polîtîkaya cîhanê de bêyî îcazet û hemagengiya Amerîkayê Îsraîl nikare çavsoriyeke wiha bike. Îran Amerîkayê sûçdar dike û dibêje ‘Komara Îslamî ya Îranê û cîhan dizane ku rejîma Sîyonîst bêyî alîkarî, hemahengî û destûra DYAyê nikara êriş û çavsoriyên wiha bike’ Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ti pêwendiyên wan bi êrişên li Îranê re nînin û dibe ku di DYA beşdar bibe. Ji gef û peyamên Trump, teslîmiyeta Îranê tê payîn.
Serokê Amerîkayê dixwaze Îran ji bo guftûgoyan teslîm be. Trump di daxuyaniya xwe de got:“ Divê Îran û Îsraîl rêkeftinekê çêbikin û dê bikin, her wekî ku min bi Hindistan û Pakistan daçêkirin.”

Aktorên Kurd çi dibêjin?

Piştî qonaxa vî şerê sofîstîk ê ku wek Şerê Cîhanê Sêyemîn tê nirxandin, bala raya cîhanê çû ser aktorên kurd ên ku salan e li dijî rejîma Îranê şerê çekdarî û têkoşîna siyasî birêve dibin û li dijî qirkirina gelê kurd bi welayetê faqîh re têdikoşin. Hêz û aktorên kurd, dê vê qeyranê çawa binirxînin, di vê serdema nû de statukoyên sed sal berê yek bi yek tên rûxandin, kurd dê bi hêza xwe ya cewherî vê firsendê ji bo rêya sêyemîn çawa binirxînin û ji bo azadiyê kurdên Rojhilat çi rê hene û dê bi çareseriyeke çawa ve pêkan be?

Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) têkildarî êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê daxuyaniyeke nivîskê weşand. KCKyê di daxuyaniyê de diyar dike ku tekane rêya çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn ‘modernîteya demokratîk’ û ‘neteweya demokratîk’ e û banga çareseriyên bi siyaseta demokratîk kir.

Partiya Demokrat a Kurdistana (PDK-Î), der barê şer de Îranê sûçdar kir. PDK-Î, di daxuyaniya xwe de ragihand ku sedema êrişên Îsraîlê yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, Komara Îslamî ya Îranê ye. PDK-Îyê di daxuyaniya xwe de anî ziman:“Komara Îslamî ya Îranê berpirsyarê hemû krîzên niha û rewşa rûdanên li welat e.”.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), derbarê şerê Îsraî-Îranê de got, divê gelê Îranê neçar nemîne ku di navbera şer û qebûlkirina rejîmeke dîktator de biryarê bide. Û da zanîn ku di çarçoveya parastina rewa de, ‘parastina gelê Rojhilat û gelên Îranê erka wan e.’ PJAKê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Dê têkoşîna demokratîk a gel û şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ azadiyê bîne Îranê.”

Şerê hîpersonîk ê Îran û Îsraîlê dê bi xwe re çi bîne?

Bir yanıt yazın